BÛYERPRESS
Ev e sê sale Rûsya destwerdan di xaka Sûriyê de kiriye..
Ji wê çaxê ve li gel Rêjîma Sûriyê operasyon û Minaweratên leşkerî lidar dixe…
Serokê Komîteya Berevanî û Ewlehiyê ya Meclisa Federal a Rûsiyayê Vîktor Bondarev zanyariyên derbarê xisarên canî û darayî yê Rûsiya li Sûriyê de parve kir…
Vîktor Bondarev agahî bi vî awayî rêz kir:
“ Heta niha di şerê li Sûriyê de 8 Firokeyên şer,7 Helîkopter û 2 zirêpoşên veguhestina leşkeran hatin rûxandin.”
Bondarev bal kişand ser ketina Firoka L 20 a Rûsî û got:
Di hundirê wê Firokeyê de 15 leşkerên me hebûn û hemûiyan giyanê xwe li dest dan…Lê belê ziyanê herî mezin ku em arasteyî wê hatin ketina balafira N 26 bû.
Di wê bûyerê de 39 leşkerên Rûsî jiyana xwe ji dest dan.












































