BÛYERPRESS
Navenda Çapameniyê ya HSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê 24 demjimêrên dawiyê Aşkere kir.
Navendê diyar kir ku di şer û pevçûnên li Eniyên Hecîn û Baxozê de 29 çekdar hatin kuştin û got:
Şervanên HSD’ê li 9 noqteyan bi cih bûn û xebatên paqijkirina herêmê ji mayînan dan dest pê kirin.
Şervanên me piştî şerên giran /8/nuqte girtin û xebatên paqijkirinê dane destpêkirin, di encamê de miqdareke çek û cebilxane desteser kirin.
Navenda ragîhandina HSD’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de windahiyên çekdarên DAIŞ’ê raçav kir û ev agahî parve kirin:
3 Wesayet ,3 motorsêklêtên bombekirî, navendeke Itîsalatan hatin rûxandin û baregeheke tijî çek û cebilxane desteser kirin












































