BÛYERPRESS
Nûnerê Amerîkî yê Taybet ji bo Sûriyeyê James Jeffrey ragihand ku eger rêjîma Sûrî di dariştina destûrê û pêkanîna hilbijartinan de zexeliyan bike, Amerîka dê cezayên giran lê bibire.
Di axaftineke xwe de ji Ajansa Reutersê re, Jeffrey got: “Eger rêjîma Sûrî di dariştina destûrê û hilbijartinan de ne alîkar be, Washington dê bi hevpeymanên xwe re, cezayên navdewletî li serê bisepîne.”












































