BÛYERPRESS
Şanderê Emerîkî ji bo Sûriyeyê James Jeffrey ragihand heta ku proseya siyasî ya ku dariştina destûrê û hilbijartinan li xwe digire, pêk neyê, Emerîka ji Sûriyeyê venakişe.
Di daxuyaniyeke xwe de ji rojnameya Şerq El-Ewset re, Jeffrey got ku 3 armancên Emerîka li Sûriyeyê hene ew jî:
Ji Navbirina DAIŞ’ê
Derxistina Hêzên Îranî ji Sûriyê
Û ya herî dawî jî misogerkirina porseya siyasî li wî welatî ye.












































