Bûyerpress
Roja pêncşemê li gundê Xirab Kortê yê gundewarê bajarê Qamişloyê, zarokekî 13 salî bi navê Ebdela Berzan ku şivantiya pez dikir, ji hêla cendirmeyên dagirkeriya Tirkiyê ve hat gulebarankirin û bi du guleyan birîndar bû.
Li gorî ku hatiye ragihandin, Ebdela Ferman demeke kurt di Nexweşxaneya Ferman a bajarê Qamişloyê de ma, paşê ji bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hat veguhastin.