Bûyerpress
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raporeke xwe de ragihand ku aniha 300 hezar efrînî penaber in, 2300 efrînî hatine revandin û bi dehhezaran ereb di xaniyên efrîniyan de hatine bicihkirin.
Rewangehê da zanîn ku ji 18’ê adara 2018’an ve û hetanî aniha, binpêkirinên komikên çekdar û leşkerên dagirkeriya Tirikiyê di heqê efrîniyan de ranewestiyane.