Bûyerpress
Ji Bo Te Zeyneba Oskan
Dibe ku rojekê
Beramberî Kepezê Kîkakn
Yê ku nema dûman jê hildibe
li Bîrkinêsê
Bi şengebiyê re
Tu pêrgî zaroktiyê bibî
Bi çiyayê Torê re
Henase
Mêrg
Pirêze
Şivantî..
Lîstikên zaroktiyê
Heftokên renga reng
veşartok..
Bi elendê re
Şiyarbûna bi dengê
meşkê re
Di şevê de
Di nîvê şevê de haa
Li hewşê li ser wê erzêla
hêzarkirî namûsîkirî..
Hûrxunava şitlên pembo
Çîrokên berî xewê
nîvçe dima haa..
Piştî daweşandina
Paşmayên tozê
Ji ser wê gula çilmisî
Gelo te çend û çend
hêvî winda kirin
Pizotên rojê sar nabin
Lê di bêdengiyê de
Xewnên xwe birêse
Zeyneb xan
Gava Deng vemirî
(Arşev) çîroka mirinê
Bê pênûs
Nivîsî
Û Stêr winda bû
Bê soz
Bê girnijîn
Çavên te
Di valahiyê de
Avjenî kir
Û tixûbên hestên te
tevlîhev bûn…