Bûyerpress
Li bajarê Wardenburg ê Elmanyayê, di 01.09.2018 de, di bin sernavê “Em hemû efrînî ne” de, hejmarek ji kedkarên çanda kurdî ku li welatên Ewrupayê dijîn, di çarçoveya duyemîn konferansa rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê HRRK de, li hev civiyan.
Wekî tê zanîn ev civîn wekî duyemîn konferansa asayî ji encamên kongireya pêncan ya HRRK bû, ku li ser axa welat li bajarê Qamişlo di 23.12.2016 de, lidarketibû.
Konferansê bi kêliyeke bêdengî ya ji bo giyanên şehîdan destpêkir. Piştî wê mêvanên beşdar, dezgeh û kesayetên amade bi axavtinên xwe yên nirxdar yên li ser rewşa kurd û kurdistanê ya siyasî, çandî û civakî civîn xemilandin.
Konferansê bi danûstendina li ser rojevê destpêkir û bi axavtin û danûstendinên li ser rewşa rêxistinî ya şaxê Ewrupayê berdewam kir. Pê re jî danûstendinên li ser mijarên girêdayî karê di warê çandê de hatin holê, ku yekser têkiliya wan bi aliyê aborî re heye.
Wisa jî behsa çawatiya pêşdebirin û berfirehkirina karê rewşenbîrî yê di nav kurdan de bû, da ku ev hevgirtin di riya têkiliya di navbera navenda hundir welêt û şaxê li derveyî welêt re bibe sîwaneyeke yekgirtî ji bo hemû rewşenbîrên kurd li derbideriyê û li hundir welêt. Bi awayekî ku nasnameya rewşenbîrî ya kurdî bê çesipandin û xurtkirin, herwisa bibe nasnameyeke hevbeş bêyî ku nasnameya siyasî, îdolojî û ramanî ya endaman di riya hevkarî û hevgirtina wan de bibin asteng. Ji ber vê giringiyeke mezin bo xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê hate dayîn.
Herwisa bi berfirehî behsa derfetên aborî yên bi sînor û çawatiya rakirina astengiyên di vî warî de derdikevin, hate kirin.
Ji hêla din ve rêbaza hundirîn hate gotûbêjkirin û pêşniyarên endamên konferansê yên ji bo kongireya giştî ya HRRK ku wê li hundirê welêt çêbibe hatin pêşkêşkirin.
Di dawiya konferansê de komîteya birêveber ku ji van heft endaman pêk tê hat hilbijartin: ”Husên Omer -Nesrîn Ahmo – Cano şakir- Zeredeştê Kal – Reşîd Hisso – Helîm Yûsiv – Ednan şêxê”. Ji nav komîtê Husên Omer wekî serokê şaxê Ewrupayê yê HRRK û Nesrîn Ahmo û Cano şakir wekî cîgirên serok hatin hilbijartin.
Hêjayî gotinê ye ku endama komîtê Nesrîn Ahmo ji ber hin sedeman neçar mabû ku konferansê amade nebe. Ji ber vê yekê roja dina piştî civînê endametiya wê ya di komîtê de hate cihbicihkirin.
Herweha wê komîte di yekemîn civîna xwe ya asayî de komîteyên ragihandinê, aboriyê, rêxistiniyê û ya çalakiyan bide destnîşankirin.
Komîta birêveber ya Hevgirtina rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê – şaxê Ewrupayê
Wardenburg – 02.09.2018