Bûyerpress
Çekdarekî komikên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê ku cilên reş lê ne û kêrek di destan de ye, di vîdyoyekê de diyar dibe ku ewî çekdarî welatiyekî kurd ê efrînî girê daye, kêr daniye ser sitûyê wî û gefa serjêkirinê lê dixwe.
Welatiyê bi navê Xesan Fozî ku di vîdyoyê de kêr li ser sitûyê wî ye, bang li malbata xwe dike ku 10 milyonên Sûrî bide çekdaran ji bo ku wî rizgar bikin û yê çekdar jî dibêje ku gunehê Xesan ew e ku endamê komîna gund bû.