Bûyerpress
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li deverên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê, Hevpeymana Navdeweltî 18 baregehên leşkerî ku 6 ji wan mezin in, ava kirine.
Bi armanca tunekirina rêxistina DAIŞê, Hevpeymana Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê, ji sala 2014’an ve piştgîriya hêzên YPG û HSDê dike û li deverên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê, baregehên xwe yên leşkerî ava dike.