Bûyerpress
Di van her du rojên derbasbûyî de, komikên çekdar ên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê 9 welatiyên navçeya Şiyê revandin û ji bo serbestberdana her yekî ji wan doza 10 hezar dolarî dikin.
Li gorî ku hatiye zanîn, revandina evan her 9 kesan bi behaneya wê yekê ye ku têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn û aniha çekdarên dagirkeriya Tirkiyê li beramber serbestberdana wan, daxwaza 90 hezar dolarî dikin.