Bûyerpress
Hêzên Hevpeymana Navdewletî li deverên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê, li ser astên leşkerî û dîplomasî, xebatên xwe bi awayekî berbiçav zêdetir kirine.
Li ser asta leşkerî; di hundirê vê mehê de, 1300 barhilgirên çek û cebilxaneyê gihan baregehên Hevpeymanê û di heman demê de Serokerkanê Hêzên Amerîkî Joseph Dunford got ku ew ê 15 hezar şervanên HSDê rahênan û perwerde bikin.
Li ser asta dîplomasî; Rawêjkarê Sereke yê Hevpeymana Navdewletî William Robak zêdetir ji hefteyekê ye ku bi nûnerên Rêveberiya Xweser re dicive û duh sêşemê jî bi serokeşîrên Dêra Zorê re civiya.