BasNews (Dihok): Navenda Rewşenbîrî ya Pêşmerge li Dihokê eşkere kir ku navnivîsandina jinan bi awayekî xwebexş bo nav rêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dest pê kiriye û niha 30 jinan navê xwe tomar kirine.
Di vê derbarê de Berpirsa Navenda Rewşenbîrî ya Pêşmerge li Dihokê Viyan Pêndro got: ‘’Niha li navenda me navnivîsandina jinan bi awayekî xwebexş bo nav rêzên Pêşmerge dest pê kiriye, proses jî bi hevahengiya ligel aliyên peywendîdar birêve diçe.’‘
Pêndro ji malpera Sumeriye News re wiha axifî: ‘’Fikra çûna jinan bo nav rêzên Pêşmerge bi awayekî xwebexş, piştî êrîşên DAİŞ’ê bo ser Herêma Kurdistanê derket holê. Herwiha mirov dikare sûd ji jinan jî werbigire bo parastinan bajaran, damûdezgeh û pêşkêşkirina alîkariyê bo koçberan.’‘
Pêndro da zanîn ku heta niha 30 jin xwebexş bûne Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanhe û di warê leşkerî de jî hatine perwerdekirin. Herwiha diyar kir di demên pêş de dewreyên din ên leşkerî li Dihokê bo jinan tên vekirin.