Bûyerpress
Nûşîn Bêcirmanî
Her miletek di xebat û têkoşîna xwe de, omîd û armancine wî hene ku di pêvejoya xebata wî de hatine destnîşankirin. Partî, çarçewên siyasî, rêxistin û saziyên civaka sivîl serkêşiya xebata wî gelî dikin, ta ku wan armanc û daxwazan pêk bînin û bi cî bikin. Girîng e ev armanc û omîd li gor rewşa wî miletî û dîroka wî bêne bijartin.
Gelê kurd jî weke miletên herêma xwe rastî gelek astengî û çewisandinan hatiye, welatê wî ji bal du dewletên bihêz ve hate dagirkirin, du dewletên xwedî têkiliyên navdewletî ku berjewendiyên dewletên sereke li ser asta cîhanê bi wan re hene; dewleta Osmanî û ya Îranê. Zordar û dagirker bûn, welat û miletên vê heremê xistin bin destên xwe. Cara yekemîn Kurdistan di Peymana QESRA ŞÊRÎN di 17’ê gulana 1639’an de li xwe parçe kirin, di pey re jî parçebûna diwemîn ji Kurdistanê re weke yek ji encamên Peymana Lozanê (24’ê tîrmeha 1923’yan) bû, Kurdistan li ser çar dewletan hat dabeşkirin ku dido ji wan nû hatibûn damezrandin, ew jî Sûriye û Iraq bûn.
Miletê kurd ji nişka ve xwe di bin destên çar dewletan de dît; bê maf, bê dewlet, bê nasname. Di her parçeyekî de gelê kurd hewildanên xwe kirin bo bidestxistina mafên xwe yên netewî. Li beramber wan jî, ev her çar dewletên ku Kurdistan di bin destên wan de bû, berjewendiyên wan ên taybet û hem ên hevbeş hebûn, loma van dewletan planên hevbeş bi hev re dihûnan ji bo têkşikandina serhildan û şoreşên kurdî li kîjan parçeyê Kurdistanê be.
Diyar e her sê parçeyên Kurdistanê yên mezin girîngiya wan a ciyobolotîkî bilind heye, ji ber vê yekê partiyên van parçeyan, armancên xwe li gorî rewşa xwe bijartine, di heman demê de sûde ji Rojvayê Kurdistanê jî wergirtine…
Xala din, kurdên Rojavayê Kurdistanê çavên wan li xebat û têkoşîna van parçeyên din e. Ji wilo bêhtir jî, bi sedan xortên kurd ên Rojava tevlî şoreşên parçeyên din bûne.
Gelê kurd li Rojava, rizgarkirina Kurdistanê li wan parçeyan weke erkekî dîrokî, niştimanî û netewî ji xwe re didît, gelek ji xortên Rojava li Başûr û Bakurê Kurdistanê xebata leşkerî kirine û pakrewan bûne.
Hizirên netewî li Rojava gelekî bilind bû, ew hizir û hêza netewî di ber armanc û omîdên ku ne li gor dem û berjewendiyên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê bûn, dihat terxankirin. Di gel ku em dizanin her parçeyek ji wan kete bin bandora sîstem, destûr û yasayên wê dewleta ku ew parçe ji Kurdistanê di bin destê wê de bû û pêşketina miletên ku gelê kurd bi wan re jiyaneke hevbeş dike, her parçeyek cuda ye ji yên din.
Ji ber ku bandora şoreşên kurdî di parçeyên Kurdistanê yên din de li Rojavayê Kurdistanê heye, nemaze Bakur û Başûr, gelê kurd û tevgera wî ji damezrandinê ve, netewayetiya xwe bi hêvî û armancên her du parçeyan ve girê da, xwe birayekî biçûk ji wan re dît… Gelekan ji kurdên Rojava digot: Ta ew parçe rizgar bibin, a hêsan rizgarkirina parçeyê biçûk e… Di encamê de parçeyê xwe paşguh kirin.
Di kongreyê damezrandina yekemîn partiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê de û piştî danûsitandineke gelekî gerim, slogana “Rizgarkirin û Yekkirina Kurdistanê” bilind kirin. Apo Osman Sebrî ne bi bilindkirina vê sloganê re bû, wî didît ku di vê qonaxê de, ev slogan ne li gor karînên wan e, lê pêla hest û heyecana netewî ya parçeyên din li wan da û ev slogan bilind kirin. Di baweriya min de ew bilindkirin bi xwe şaşîtiyeke mezin bû, ji ber di yekemîn ezmûn de tekez bû dema ku serkirdayetiya partî hate girtin, xwe ji wê sloganê dane paş, tevî ku biryara kongreyê wan bû, ev jî bû sedema yekemîn parçebûn di partiya kurdî de li Rojava û parçebûnên di pey re jî ne dûrî van sedem û egeran bûn.
Di her tiştên xwe de em bi van her du parçeyan ve hatin girêdan, di encamê de bû egera nakokî û astengîne herî bialoz di navbera partiyên tevgera kurdî de li Rojava û berdewam kir ta îro roj.
Tevgera kurdistanî li parçeyên din di xebat, şer û diyaloga bi rêjîm û rikberiya xwe re, gelo kîjan rojê nerîna me standine yan şêwirdariya me ji bo pirsgirêkên xwe yên navxweyî kirine..? Çima em ê di sitandina biryarên xwe de li gorî berjewendiyên Rojavayê Kurdistanê û gelê kurd li vir, ne rizgar bin!? Rastî ev pirsa herî girîng e di baweriya min de. Her parçeyek rewşa wî ji yên din cuda ye, her weha reng û şêweyên xebata wan jî ji hev cuda û ciyawaz in. Her parçeyek slogan û omîdên xwe li gor taybetmendiya xwe bipejirînin û destêwerdanê di nava parçeyên din de nekin, eger kiribin, bê guman ya pêwîst ku xwe ji van kiryaran vekişînin… Di encamê de têkiliyên kurdî – kurdî dê vegerin wê asta xwe ya durist û rewa.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 82′yan de hatiye weşandin. 2018.08.01