Bûyerpress
Ibrahîm Adem
Hatina pirsa danûsitandinan di navbera rêveberiya Bakurê Sûriyeyê û hikûmeta Dîmeşqê de, di kêliya pêşîn de destpêka sala 2011’an tîne bîra xelkê Rojavayê Kurdistanê; dema ku hikûmeta Sûriyeyê hejmarek imtiyazat ji kurdan re pêşniyar kir da ku di xwenîşandanan de beşdar nebin û daxwaza civînan li gel kurdan kir ji bo gotûbêjkirina wan imtiyazatan. Wê demê, ango sala 2011’an, ne desthilata kurdan hebû, ne hêza wan ya serbazî û ne jî rûbereke destnîşankirî ya axê di bin kontrola wan de hebû.
Aniha, di 2018’an de, li Bakurê Sûriyeyê kurd xwedan hêz, sazî û dezgeh û qewareyeke siyasî ne û ew bi xwe daxwaza danûsitandinan li hikûmeta Dîmeşqê dikin. Çima kurd daxwaza danûsitandinan dikin?
1- Kurdan ji yekem roja xwenîşandanên Sûriyeyê ve, hêla sêyem girt û aniha kurd li ser asta tevahiya Sûriyeyê ji aliyê leşkerî ve hêza duyem in piştî hikûmeta Dîmeşqê.
2- Kurd baş tê gihiştin ku pêşhatên çend mehên derbasbûyî di berjewendiya desthilata Dîmeşqê de bûn û dûr nîne ku di çend mehên bê de Dîmeşq 70% ji hêza xwe ya berî 2011’an vegerîne.
3- Destnîşankirina paşeroj û çarenûsa deverên li jêr kontrola HSDê. Ji ber ku êdî divê paşeroja Bakurê Sûriyeyê zelal bibe; çi ew -xwe bi xwe- xwe bi rê ve bibe, yan bi awayekî havbeş li gel hikûmeta Sûriyeyê.
4- Man û vekêşana hêzên Amerîkî ji Sûriyeyê, rijdbûna rêveberiya Trump li ser vekêşana hêzên Amerîkî ji Sûriyeyê û destnîşankirina meha 11’an a îsal ji bo proseya vekêşanê, bû sedema vê yekê ku kurd daxwaza danûsitandinan -berî derketina amerîkiyan- bikin.
5- Kurd dibînin ku ew aniha dikarin hejmarek ji mafên xwe ji hikûmeta Sûriyeyê wergirin, ew jî bi rezamendiya Amerîka û bi hemahengiya li gel Rûsya.
6- Kurd dixwazin ew aliyê pêşîn bin di Sûriyeyê de ku hikûmetê vexwînin ser maseya danûsitandinan, ne ku hikûmet bi xwe lihevhatinê li ser wan ferz bike.
Dîmeşq an Efrîn?
Min ev navnîşan hilbijart, da ku hevrûkirinekê di navbera du rêyan de bikim ku li pêş kurdan hene:
Rêya yekem: Rêya Dîmeşqê û vekirina deriyê danûsitandinan e. Ji ber ku hetanî vê kêliyê hikûmetê pişta xwe nedaye kurdan, di heman demê de bi awayekî eşkere pêşwazî li pêgeha nû ya kurdan nekiriye.
Rêya duyem: Efrîn; her çi qas şervanên kurd li Efrînê şerekî mezin li dij artêşa Tirkiyê û komikên radîkal ên rikberiya Sûrî kir jî, lê di dawiyê de kurdan axa xwe ji dest da û xelkê Efrînê jî koçber bû.
Di demekê de ku êdî rûdêmên nexşeya Sûriyeya paşerojê diyar dibin, ev her du bijarde li pêş kurdan in: Dubarekirina sînaryoya Efrînê yan danûsitandina bi hikûmetê re.
Danûsitandin tê wateya gotûbêja di navbera du aliyan de li ser pirsekê, tê de her du alî nerînên xwe nîşan didin û hemû awayan bi kar tînin heya ku berjewendiyên xwe biparêzin û aliyek aliyê din razî bike ku dan bi destkeftine aliyê yekem bide.
Eger li ser bingeha nasandina danûsitandinan kurd û hikûmet civiyan, kurd dê daxwaza çi bikin?
1- Dosyaya Efrînê; divê kurd li ser vegerandina Efrînê û jinavbirina hemû guhertinên piştî dîroka 18-3-2018 (roja ku Tirkiye û çekdar ketin Efrînê), rijd bin.
2- Divê aliyê kurdî daxwaza qewareyeke nîv-serbixwe bike.
3- Hikûmet li wê yekê mikur were ku HSD beşeke ji hêza niştimanî ya Sûriyeyê ye.
4- Rêkeftinek were îmzekirina ku nabe di paşerojê de hikûmeta Sûrî êrîşî deverên kurdan bike.
5- Aboriyeke serbixwe di çarçoveya Sûriyeyê de.
6- Parastina sînorê Bakurê Sûriyeyê maf û erkê HSDê ye.
7- Mafên avakirina peywendiyên dîplomatîk ên serbixwe bi welatên din re, di çarçoveya Sûriyeyê de.
8- Destnîşankirina budceyeke diyarkirî bo tendirustî, xizmetguzarî û avadankirina navçeyên kurdan.
Gerek e kurd çawa danûsitandinan bikin?
1- Bi şandeyeke bihêz û hemereng ku di asta bilind de nûneratiya kurdan bike.
2- Pêwîst e kesên teknoqrat (pispor) û bêalî di nav şandeya kurdan de hebin.
3- Daxwazên kurdan zelal bin û şandeya kurdan sazişê (tenazul) li ser mafên kurdan neke.
4- Der barê babetên sînor û aboriyê de bi zelalî biaxivin.
5- Bi çi awayî be jî, divê kurd nekevin jêr fişarên hikûmeta Sûriyeyê û welatên derve.
Divê kurd li gorî çi mercan biçin danûsitandinan?
1- Rêkeftina pêşwext û mercdar hatibe amadekirin.
2- Danûsitandin li jêr çavdêriya aliyên peywendîdar bin; wekî Rûsya.
3- Şandeyeke pilebilind nûneratiya hikûmeta Sûriyeyê bike.
4- Danûsitandin li navxweya Sûriyeyê bê encamdan.
5- Tekezî li berdewamiya hebûna HSDê -wekî beşek ji hêza niştimanî- bê kirin.
Eger hat û danûsitandin bi rê ve çûn û negihiştin encameke baş bo kurdan, wê demê dûr nîne ku sînaryoya Efrînê yan jî ya Der’ayê li rojhilata Çemê Feratê dubare bibe.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 82′yan de hatiye weşandin. 2018.08.01