Bûyerpress
Hevserokê Meclisa Zagonsaz li Herêma Tebqayê Hamid El-Ferec ragihand ku lihevkirina di navbera wan û rêjîma Sûrî de tenê di aliyên xizmetguzarî de ye, da ku ew bi hevkariya karmend û pisporên rêjîmê karibin Bendava Feratê çaksaz bikin.
Di daxuyaniyeke xwe de ji dezgehên ragihandinê re, El-Ferec tekez kir ku lihevkirina wan bi rêjîmê re tenê ji bo babetên xizmetguzarî ye û El-Ferec her wiha hebûna tu rêkeftineke din bi rêjîmê re, red kir.