Bûyerpress
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku di encama çend çalakiyên leşkerî de li Herêma Efrînê, 12 leşkerên Tirkiyê û çekdarekî rikberiyê hatin kuştin.
Di encamnameya çalakiyên xwe yên dawî de, YPGê da zanîn ku şervanên wê li navçeya Şerayê, gundê Gêmarayê û gundê Qetmê 3 çalakî pêk anîne, di encamê de 12 leşkerên Tirkiyê û çekdarekî rikberiyê hatine kuştin.