Bûyerpress
Sitêrname
Narîn Omer
Tabloya hunera kurdî, hunermend Şêrîna Mela di 1959’an de li bajarê Qamişloyê bi can û cendek bûye. Temenê wê sê sal bû dema ku malbata wê berê xwe dide biyaniyê û li Beyrûta paytexta Lubnanê bi cih dibe. Li wê derê, Şêrîn tevlî xwendinê dibe û xwendina xwe bi zimanên fransî û erebî dike. Di sala 1978’an de ji Lubnanê bar dike û berê xwe dide Ewrupayê. Li Almanyayê bi cih dibe û xwendina bilind di zanîngehê de bi dawî dike. Di sala 1983’yan de diçe Amerîkayê û li wir dimîne. Di heman salê de şû dike û paşê 3 zarokan tîne. Ji bilî zimanê kurdî, ew bi zimanên: erebî, almanî, fransî û ingilîzî diaxive.
Ji dengbêjî û sitranbêjiyê wêdetir, hunermend Şêrîn şêwekar e jî û hemî cureyên wêne û tabloyan çêdike. Der barê vê babetê de, H. Şêrîn di axaftineke xwe de wisa dibêje:
“Tevlî ku ez sitranbêj im û herî zêde berê xwe didim rengê niştimanî jî, lê belê şêwekarî hêmaneke girîng e di jiyana min de û kesayeta min a hunerî temam dike. Ji ber ku tişta ez di sitranê de nikaribim bidim der, ez bi rêya tabloyê derdibirim.”
Her wiha dibêje:
“Ez weku Şêrîn Perwer, nikarim cudahiyê bikim di navbera deng û regê gerdûna ku ez tê de dijîm”.
Hunermenda me tekez dike ku ew ji malbateke welatperwer û dilsoz e û dibêje ku malbata wê bi xwe ji Cizîra Botan e, lê ji ber zordestiya rêjîma Tirkiyê reviyaye û li Qamişloyê bi cih bûye.
Li ser destpêka jiyana xwe ya hunerî, H. Şêrîn dibêje:
“Ji ber ku bavê min dostê Partî Dîmoqratî Kurdistanî\Iraq bû, ji zaroktî ve min xwe di kom û komeleyên hunerî, çandî û konevanî de dîtiye…”
Şêrîn tekez dike ku yekemîn kesa ku di warê hunerê de bandor lê kiriye dayîka wê ye. Dibêje ku dengê wê pir xweş bû, lê ewê sitran nedigotin, ji ber ku ew ji malbateke oldar bû, her wiha ji tirsa rewiştên civakî û binemalî jî nedikarî. Ew dibîne ku bandora Radyoya Kurdistanê û dengbêjên wekî: Hingo, Miradê Kinê, Xidirê Emer… li wê bûye.
Ji aliyê xwe ve hunermend Se’îdê Yûsiv tekez dike ku bandora wî li ser hunera Şêrîn a herî mezin û girîng e û ewî dergehên navdariyê li pêşê vekirine, ji lew re dibêje:
“Min hunermend Şêrîn derbasî hola hunerê kiriye. Min ew fêrî zimanê kurdî kiriye û rê û şopên rast û dirust li pêş ronî kirine. Min li Beyrûtê ew tevlî koma xwe ya muzîkê jî kiriye…” Lê Şêrên tekez dike ku fêrbûna wê ji zimanê kurdî re yek ji encamên welatperwerî û dilsoziya malbata wê ye û bi saya mamosteyên wê Kamîranê Bedirxan û Zeya Şerefxan e.
Şêrîn dibêje ku yekem car ew di sala 1972’yan de li ser dika şanoyê rawestiyaye, ew jî dema ku malbata wê û çend malbatên kurd ên welatperwer ahengeke Cejna Newrozê li Beyrûtê li dar xistiye.
Di navbera salên 1976 û 1977’an de, wê li paytexta Urdinê “Uman” di Koma Selahedînê Eyûbî ya hunerî de kar kiriye.
Heta aniha ewê şeş kaset belav kirine û hin ji wan kasetan bi hunermend Şivan Perwer û hunermend Se’îd Yûsiv re ne.
Piştî ger û geşteke dirêj û mifadar, hunermenda me vedigere Kurdistana Başûr û li wir bi cih dibe.
Hunermend Şêrîn xwe dibîne sitranbêja sitranên niştimanî û welatperwerî. Dibîne ku dûrbûna wê ji welat û civakê, ji dost û mirovan, ji wargehên zaroktiyê ew ber bi huner û sitranbêjiyê ve ajotiye. Tevlî hezkirina wê û malbata wê ya bêdawî ji walat û civakê re, biyaniyê jî hezkirina welat û xakê di dil û giyanê wê de geştir kiriye, her wiha doza miletê wê her dem li bîra wê hêlaye. Silav û qevdên sipasiyan ji hunermend Şêrîn Mela re.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 81′ê de hatiye weşandin. 2018.07.15