Bûyerpress
Hevdemê Seydayê Cegerxwîn û Seydayê Tîrîj e, yek ji helbestvanên herî kevin e li Cizîra Rojavayê Kurdistanê ku hetanî aniha li dinê ye û hêj helbesta klasîk dinivîse.
Di sala 1932’yan de li gundê Gi’êd ê girêdayî bajarê Amûdê ji dêya xwe bûye. Di salên zaroktiyê de bi “êşa zirav” ket, ji lew re nikarîbû zû bi zû tevlî xwendinê bibe. Lê paşê li nik mele û seydayan feqetî kir. Di qonaxa feqetiyê de dest bi xwendina helbestên Melayê Cizîrê û Seydayê Cegerxwîn kir. Di sala 1957’an de yekem helbesta xwe bi navê “Yarê Ji Xew Rabe” nivîsiye. Di geşta nivîskariya xwe de du berhevokên helbestan berhem dane. Di helbesta H. Ferîdê Cizîrê de evîn, pesinê ciwaniyê, welatperwerî û aştîxwazî hêmanên sereke ne. Di sala 1959’an de li bajarê Hisiçayê bi cih bûye û hetanî aniha hêj li wê derê ye.
Bûka Welat
Keça Kurdistan, îro dibistan
Bêdeng e kerr e, mîna goristan
Mamosteya rind, rewşa şar û gund
Sekîne nehat, xûşka serbilind
Mezin û biçûk, bûne pilûlûk
Kanî Sekîne, gelo bûye bûk
Dêrsim keça te, şêra xebat e
Serê te hilda, bûka welat e
Li Mûş û Mêrdîn, Qoser, Nisêbîn
Li Wan û Amed, dida tekoşîn
Dibû şoreşgêr, rahişt tevir û bêr
Ger şêr e, şêr e, çi jin û çi mêr
Çêlya pilingê, rahişt tivingê
Himêz kir welat keça zivigê
Dijminê xûnrêj, demek pir dirêj
Xiste zindanê, xûşka Gelawêj
Tirsokê kedxwer, dest datanî ser
Canê pak kutan, her ro ketûber
Xebata jinê, xiste rû dinê
Em ji bîr nakin, heya mirinê
Paşê bû şehîd, hevala Egîd
Serê xwe danî, cem yê Şêx Seîd
Xûşka te Fatê, dakat xebatê
Tola te hilda, nêva civatê
Nemir Sakîne, namre Sekîne
Pêta xebatê, her dem dimîne
Bo Me Divêt Berxwedan
Bo me divêt berxwedan Da ko bijî Kurdistan
Gorî te bin dil û can Yan Kurdistan yan neman
Welatê me wek buhişt Dijminan tişt tê nehişt
Werdigerin zik û pişt Nokeran xwîna me mijt
Neyar welatê me dot Serjê dike gayê cot
Vala ye tim gotegot Neyar hestiyê min kevot
Welatê min rez û dar Cihê gezo avê sar
Şînok û sêv û hinar Rengê fêkî bê jimar
Deştên me mêrg û kanî Havîngehin li banî
Xirxop in gund û xanî Neyar maye kevanî
Tê hene gur û rovî Zozan tijî ne kovî
Tê pir in şêx û sofî Dame nasîn bi hovî
Gemî li Cûdî rawest Kurdan li wir jîn dixwest
Gel tev de bûne serbest Çima em mane bindest?
Cotar û palên welat Mil dane hev bo xebat
Mizgîn e roja me hat Nêzîk e roja felat
Bo me divêt berxwedan Da ku bijî Kurdistan
Gorî te bin dil û can Yan Kurdisrtan yan neman
Mêrê Bêkêr Piştî Şer Hêrs Dibe
Nabin xulamê axa, me navên ew kesên çewt
Serşor û pişt bi ax in, dîsan dikin lewte lewt
Xwîn û keda me xwarin, hê jî dikin hewte hewt
Em in pêxwas û birçî, para me ne şiv û rewt
Gundên me bûne kavil, pişka me koçber û şewt
Nan medne tûlê wilo, xelkê re kir ewte ewt
Piştî ku gur pez revand, nivre dike kewte kewt
Pêşeng e êdî karker, li wan gerand “simi ‘lmewt”
Biste bînin ser ziman pê bistirên bikin newt
Ez û Hêsir
Rondika tîna şewatê Şîreya cergê bi jan e
Zor e şewta bobelatê Kî bivê janê dizane?
Ew dilopa tê dibare Ger kelê hêsa dike
Şîreya cergê hejar e Ew nehîlet şa dike
Hêsiran ko vedirijînim Qasekê dil kerr dibe
Rondikan ko vedigerînim Dil bi xwînê der dibe
Arezû pê kill dibe Çendî ko dox lê gêre be
Tev minêka dil dibe Ma, hiş terazû pê re be
Vîn xwedî biryar dimîne Raserî hest û dil e
Hiş eger xunkar nemîne Can bi êşan têkil e
Da ji agir maç bidin Perwane tên dora çira
Can di rê de bac didin Çawa ye vîna dilgira?
Gend û zingarên me narin Agirê Zerdeşt nebe
Pend û raman zare zar in Ta ko Laleş bende be
Dayê
Dilovanê dayê, bi kovanê dayê, şêrînê lê dayê
Peyên tola te xweşmêr in, mebê kî ne
Hevalê can bi can, ew tev de hêvî ne
Jiyana bêmirin, pîroz e şêrîn e
Xelata pekrewanan, bo te mizgîn e
Were dayê bi sê dengan, bilîlîne
Were xemla min î bûkaniyê bîne
Were dayê der û hundur, bixemlîne
Çi qa derdê giran, cergê te dêşîne
Bi moralên bilind dujmin, tu dişikîne
Erê hêrsa te pir, dujmin ditirsîne
Dibe dîrok û dayîk pê di lorîne
Dayê… dayê… neyar nedhate rayê
Dayê… dayê … kes li hana me nayê
Dayê… dayê… gula baxê cihanê
Dayê… dayê… kovana pîrê Xanê
Dayê… dayê… divabû bême hanê
Dayê… dayê… gihaştim “Bêrîvanê”
Dayê… dayê… bûm gorî Kurdistanê
Dayê… dayê… ji ber soza civînê
Dayê… dayê… ji ber sonda bi xwînê
Dayê… dayê… em bûne nextê jînê
Dayê… dayê… bûn simbola evînê
Dayê… dayê… em in ê dilbirîn in
Dayê… dayê… xwe bi dora te digerînin
Dayê… dayê… azadiya te tînin
Dayê… dayê… neyar nedhate rayê
Dayê… dayê… kes li hana me nayê
Dayê… dayê… buhişta rû cîhanê
Dayê… dayê… sirûd a pîrê Xanê
Bêrîvanê
Nevya Zerdeşt û Xanê, bû hana berxwedanê
Heyvana serhildanê, pêşengê Bêrîvanê
Nexwest li malê rûnê daket cenga hebûnê
Mizgîna serxwebûnê, çelengê Bêrîvanê
Azadî hate bîrê şikand qulpên zincîrê
Çû bajarê Cizîrê, şepalê Bêrîvanê
Birûska ewrê tarî, xîj da cergê neyarî
Ji bîr nabe tu carî, hevalê Bêrîvanê
Nîşana navtêdanê, rewşa ceng û halanê
Bû bûka Kurdistanê, delalê Bêrîvanê
Rûkenê xemrevînê, l’ bajarê Mem û Zînê
Xêlî ket nava xwînê, şemalê Bêrîvanê
Nevya Zerdeşt û Xanê, bû hana berxwedanê
Heyvana serhildanê, pêşengê Bêrîvanê
Bingeha Mikûm Yekîtiya Bi Xwînê ye
Bindestiyê, hiştin li paş Aşê neyar, lê bûn qeraş
Doxa bivir, geh bûn maş Dem çûn, bi vî hawî gelek
Gunehê giran, cenga bira Kê em kirin nav agira?
Rişma me dan dest tacira Rê dan neyaran lek bi lek
Ên raperînê germ dikim Mehnan timî racem dikin
Axtiyê berhem dikin Dijimin re mane, gog û şeg
Me ji hev dixin lîskê Neyar Pev ariyan çend car bi car
Na ev nebû, haho hawar Giliyê me çû, çerxa felek
Em hew dibin, goga şegan Nabin peyê, şêx û began
Nabin kelaxê ber segan Qîl qîçe yê har î belek
Hinga yekîtî bê diyar Êrxên neyar zû têne xwar
Amade ne xortên şiyar Gorî welat in yek bi yek
Tiştê bûye rê jê dire Çend çûbe mayî bêhtir e
Em tev hebin a çêtir e Pîwist e deryayê kelek
Yekîtî bila dengî keve Carek dilê me di cî keve
Agir bi canê wî kev Ê yekîtiyê nake gerek
Rojên bihurtin çûn û çûn Kurdo divê îro hebûn
Armanc e her dem serxwebûn Hana me ya hêzên biçek
Zanîn bi çek hana me ye Yekîtî riya mala me ye
Tim perçebûn jana me ye Berpirsyar in jê serek
Yekîtî bi xwînê çêdibe Merivantiyek nû çêdibe
Ew bingeha ser lê dibe Werinê li dor bibine xelek
Dibistan
Xunav û Rewşen, keçin rûliken Tevî Gulistan diçûn dibistan
Şadî û Dilxweş, mîna gulên geş Jîr in temîz in, pev re dilîzin
Cendirme hatin, dijî welat in Bi kînek bilind, romî ketin gund
Çavên wan dilîst, kanîn terorîst Kotek û lêdan, gundî girê dan
Lewendê Pîrê, dahiştin bîrê Meta Hesîna, dan ber pehîna
Camî dane xwar, mele kir hawar Ev in cinawir, serxoş û gawir
Ji ber nemerda, me ol bi ber da Ev ne mirov in, tev hirç û hov in
Bi zarê gemar, nola segê har Sixêf digotin, kuştin û sotin
Raserî miriyan, dayîk digiriyan Zarok ditirsin, ji hev dipirsin
Li hev rûnitşin, bavê me kuştin Em mane sêwî, koçbar û rêwî
Hana gundiyan, ma şêrê çiyan Ên bi hers û kîn, şêrên dilbirîn
Hildikin neyar, revî bare bar Vebûn dibistan, dijî Kurdistan
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 81′ê de hatine weşandin. 2018.07.15