Bûyerpress
Duh sêşemê li Navçeya Mabatayê ya Herêma Efrînê, çekdarên Ehrar Şamiyê 10 gundî revandin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.
Li gorî ku ji Navçeya Mabatayê hat ragihandin, di berbanga duh sêşemê de çekdaran daye ser gundê Hisê, 10 gundî revandine û 30 telefonên gundiyan desteser kirine.