Bûyerpress
Nîvroja duh sêşemê li devera pîşesaziyê ya bajarê Qamişloyê, Hêzên Asayîşa Rojava otombîleke bumbebarkirî kontrol kir û Yekîneyên Endezyariyê bumbeyên tê de vekirin.
Li gorî peyamnihêr Bûyer FM, welatiyekî bajarê Qamişloyê otombîleke Toyota ya “idxal”ê ji du kesên ereb kirîbû û piştî hefteyekê dengek ji otombîla wî dihat, dema ku otombîla xwe bir devera pîşesaziyê ji bo ku lê binêre, miqdarekî mezin ji mayîn û teqemeniyan tê de hat dîtin.