Bûyerpress
Bi peyv û bêjeyên nerm û fêmbar, riste û hevokine liherik û dagirtî dariştine. Çawa ku nexweşxaneya wî bûbû -û hêj jî- hêlîneke hêmin û germ ji bo dermankirina birîndar û nexweşên kurdan, wisa jî qada helbestê jê re bûye lûtkeyeke berfireh li jora çiyayekî, pê ve hilkişiyaye, ya di dil de gotiye û bilind xwendiye.
Di helbesta Dr. Ebdulezîz Ferman (Can Salar) de, mirov bi dest xwe re gurbûn û germahiya evînê hîs dike. Mezinahiya temen, hîç bandora xwe li hest û evîna doktor nekiriye; belku bi mezinahiyê re berjortir çûye û gihaye pileyeke bilindtir.
Ji hêman û rêgezên helbestê wêdetir, gotareke xurt û hostane ku girêdan û welatperweriyeke pak nîşan dide, di helbesta Dr. Ferman de peyda dibe.
Welathezî, penabernebûn, wefadarî, serbilindî, şanazî, evîn û dilegermî… hêmanên bingehîn ên helbesta Dr. Ebdulezîz Ferman in.
Dengê gotareke wêrek di banga Dr. Ferman de tê bihîstin; rexnekirina tevgera siyasî, destnîşankirina xalên lawazî û jihevparçebûna gel û doza girêdana bi xakê ve vekirî tên gotin.
Porsipî
Porsipî me heftêsal im
Hêj bikêr im ne bêhal im
Ez ne pîr im ne jî kal im
Bo Sitêrê ez şepal im
Ji keçan re ez heval im
Ev daxwaza dilê min e
Wek derya ye, kûr bêbin e
Dîdara te tiştek din e
Ey nazika rind û delal
Ez ko mêr bim tu jî jin e
Ez pizîşk im ne betal im
Pir nexweş im, bê pergal im
Ji bir derdê evîna te
Şev û rojan her dinalim
Ne sergêj û ker û lal im
Şevên jivistan dirêj in
Were ta em hev bigvêşin
Xweşgotina ji hev re bêjin
Hingiv ji lêvan bimêjin
Ez bibim mêr, tu bibî jin.
Mîna Te
Li cîhanê hemî geryam
Mîna te min nedîn dilsoz
Bi fermêz û keser giryam
Ji dil min derneket ev doz
Bijî ey şahsiwara min
Te payiz kir buhara min
Keça kurdî çeleng û naz
Di jînê de tu dara min
Çi qa pesnê te bêjim ez
Gunehkar her dimînim ez
Li ser taca key û dara
Te datînim bi naz û lez
Eger biryar bi dest min ba
Destê min jî ne wa kin ba
Li vê rewşa tesk û nexweş
Ez dibûm mêr tu jî jin ba
Wekî şêran çi jin, çi mêr
Evîna xwe biparêzin
Bi dilsozî evîndar bin
Bila em tim fedakar bin.
Pakrewan
Çav zuha ye ji hêsran
Guh giran e ji qîran
Dil nexweş e ji derdan
Ser kuştiyên pakrewan
Azad nabin ne bi xwîn
Ev şax û bax û zemîn
Pêşmerge û YPGê
Weke şêran li cengê
Destê hev nema berdin
Kurê Kawa tev kurd in
Di mêjû de her zind in
Cengewar û hem merd in
Bijî yekîtiya kurdan
Azadî û serhildan
Aşitî û berxwdan
Bijî bijî Kurdistan.
Jiyana Min
Jiyana min çewt û xwar e
Geh li jor e geh li xwar e
Wek dilê min bêbuhar e
Havîna min şil û sar e
Ci jiyan e tê de dijîm
Şev û rojan her dem digrîm
Bê heval û dost û yar im
Tev di dil de tim wek ar im
Ji min nepirs çima wa me
Dilê bitirs tim wek cam e
Bi yek pirsê tê şikandin
Bi peyvek xweş wek şimam e
Geh wek Kawa qehreman im
Roja cengê ez Ferman im
Geh wek Şemşonê Cebar im
Geh bê lep im, bê neçar im
Rewşa min û vî welatî
Weke pêlê ava derya
Geh hilatî, geh dahatî
Kûr di bin de pir in çiya
Ez im çiyayê şaxê Toros
Ji destpêkê bûm Amanos
Xwedî şal û şap û kiras
Tim li serê m’ kum û kolos
Ne pêxwas bûm weke hina
Ne çete bûm wek yê dina
Mêr û comerd navê min e
Şax û çiyayê m’ bi kok û bin e.
Li Ser Navê Te
Li min bibûre bira Zinawer (1)
Dilê xwe megre, ji min bib bawer
Tiştê bi navê te ku min dikir
Kesê biol be, pê dibe gawir
Li şûna bi hev re bikin giftûgo
Ez diçûme cem dosta roja do
Derdê dilê xwe min pê xweş dikir
Lê ar li canê m’ bêtir dibû gur
Derdê evînê har û dijwar e
Wek derdê welat li min siwar e
Her dû ji bo min êşek xedar e
Rê jê dernaxim, mame bêçare
Li ser navê te min xwe didizî
Bi hestê dilê min keçê nelîzî
Nav û dengê min her kes dibhîzî
Eger mezin bim ti jî ne qîz î
Tirk û laz û furs ew kesên ebîd
Li ser sînga te tev dikin cirîd
Kurdên ciwanmêr mêrxasên ji mîd
Mixabe, bê war mane ev egîd
Kesek nizane derdê dilê min
Pir in wek çiya êş û kulê min
Ji hev dernaxin ev dost û hogir
Barek pir giran dan ser milê min
Sûndê ez dixwim bi çavê yarê
Ji vê danayêm li jînê vê carê
Ez bimrim, bimînim li vê jiyanê
Bi kes we nadim te û Kurdistanê.
(1) Zinawer: Zinawerê Haco ye. Ev helbest jê re diyarî ye.
Tu Ya Dawî
Ciwanî! Ka berê xwe tu bide min
Çi xweşî… min ji dîtin ciwanî
Pîrî êrîş daye can û ser û laş
Belam wekî her kes dilê m’ hêj jî ciwan î
Heval û hogira pişta xwe dan min
Dixwazin min bikin dîlê zemanî
Nizanin ku di sînga min de pêtek
Dike ronî wekî roj û hetawa asimanî
Bi dost û yar temen min tev de bûrand
Bi roj û şev bi naz û lav seraser ta beyanî
Tu ya dawî! Tu ya pêşî! Çi zanim
Li dawî kes li şûna te nedanî
Ji min gazin meke ey dilbera min
Te rêçek nuh ji bo xwe dît û anî
Cihê gazina di dil de qet nemane
Hemû bûye birîn û kul ji wan tîrên kevanî.
Êdî Bes e
Gelek şevê reş û tarî
Me bûrandin bi diljarî
Pirsgirêk û qeyran me dîn
Dîsa em man li vî warî
Me baz neda ji niştiman
Me rê neda wan dijminan
Çima îro xortên çeleng
Ji xaka xwe teva berdan
Wa pêşmerge li serê çiyan
Ala sê rengînî hildan
Li sengerê şer û xebat
Diparêzin xaka welat
Doza serxwebûnê dikin
Li van rojan demek pir kin
Navê kurdan li nav netewan
Bi serbilind belav dikin
Xwe nedin paş ji xebatê
Cotê xwe bib serê latê
Nêvcî nehêl vê armancê
Bi par nemîn ji xelatê
Şerê hevdû êdî bes e
Nema bikin pise pis e
Kurdistana Başûr hels e
Azadî ye bo her kes e
Ev bû sedsal her Berzan in
Navnîşana niştiman in
Mam û Apo li gel wan in
Milet hemî fîdacan in.
Hevalê Penaber
Te ji kê re tev de berdan
Xan û mal û ev dever
Heta doh tu pehlewan bû
Lê îro mayî bê mefer
Çalakvan û mêr û gernas
Va ditirsî û bê ceger
Xwe li sînoran didî
Weke xwînî diçî der
Ta bibî sêwî li şaran
Çi parsek! Çi penaber
Qada medanê te berda
Bê lêdan û ceng û şer
Ku ji xaka xwe tu berdî
Ev e çûna bêveger
Ev riya bazdan û revê
Riya qelsên xulîliser
Pir kirêt e kurê Rustem
Wer li serê xwe bikî
Bibî mêvan li welatan
Bê rûmet û bê hiner
Niştiman bûka cihan e
Va te xist destê neyar
Ka ji bo çi êdî ev jîn
Bê evîn û bê dilber
Te ji bo kê tev de berda
Ey hevalê penaber
Bibî pêşmerge li şaxan
Canfîda bona welat
Serbilind û her birûmet
Dibî nîşana xebat.
Nema Bigrîn
Li ser miriyan nema bigrîn
Bi saxî va her roj dimrin
Kur û keç û biçûk û jin
Ji xan û mal bi kom diçin
Ji xaka we, hûn derxistin
Neyarên kurd, ev dixwstin
Gund û bajar tev vala bûn
Ev çi doz in? Çi mebest in?
Rawêjkarê me ka kî ye?
Lêvegera me ka çi ye?
Ev partiyên nayên jimar
Em xistin nav lepê keftar
Rabin li hev zû bicivin
Ji qada şer bes birevin
Ji bin xeyalan derkevin
Ji doza xwe danekevin
Çikin îro ji giryanê
Ji Dêrikê ta Kobanê
Seranser ceng û lêdan e
Xweş guh bidin vê fermanê
Eger hat û me tişt nekir
Bi dest nexist û maf nebir
Gazinda dê ji kê bikin
Dem hat, lê em man bê zikir
Dem hat û çû, em man sifir.
Em Gihan
Em gihan ku bibne dewlet
Lê ji dest me tev de derket
Em bi şerê hev daketin
Tirên meşî û ti jê daket
Berî sed salî me wa ker
Li ber çavên min e encam
Em ji hev re tev de şêr in
Ji xelkê re wekî xulam
Ger ji mêjû em nebin fêr
Gava bighê hestî ve kêr
Em tev diçin li ber lingan
Biçûk û kal, hem mê û nêr
Va ye noker tev gihan hev
Bi bazdan û bi lez û rev
Bi dest nayê her roj derfet
Ji dîrokê bigrin ibret
Nav li me kin, çi go nav be
Bela bê xwê û hem xav be
Tenê îro bibin azad
Dar geş û şîn û bi av be.
Civan
Dilberê rindê delalê
Nazik û şox û şepalê
Şekirê şêrînhevalê
Bersiva xweş da sûalê
Bi têlê da min civanek
Dil ji min bir tev bi carek
Xew li min çû ta beyanî
Li ber mi’ danî nûjiyanek
Têgihiştî şox û şeng e
Pozbilind mîna piling e
Hogira aştî û ceng e
Bi xebatê hem pêşmerge
Her bijî keça welat im
Ez di vê rê de xelt im
Şev û rojan bilebat im
Ez li gel ten û hilat im
Xwendevana min ciwan e
Zîrek û hişyar û zane
Netewî barek giran e
Lê li gel wê pir hesan e
Ey hevala dil û jînê
Dermanê dax û birînê
Sed sipas bo her civînê
Ez bibim Mem tu bî Zînê.
Ev helbest di rojnameya Bûyerpress, hejmara 80′yan de hatine weşandin. 2018.07.01