Bûyerpress
Zeynulabidîn Zinar
Îcar Medreseya Kurdî ji Sedsala Yazdehan ta nîvê Sedsala Bîstan, rola ku di parastina ziman û çanda kurdî de kiriye, em ê pir bi kurtî li jêrê binivîsin:
Ev Çanda Kurdî ya hew qas dewlemend, bi çi hawayî û bi çi tewrê wisa, di binê hewqas zext, cewr, zordestî û qedexetîyê de maye û bi pişaftinê re jî rûbirû heta îro jiyaye, bê ku kêmasiyeke mezin di xwe de bihêwirîne hatiye domandin? Kes heta niha jî li piştpaliya wê nesêwiriye!
Ev pirsa li jorê, babetê lêkolîneke berfireh e ku bête kirin. Îcar min di van 25 salên bihurî de, bi belge û nimûne derxist holê ku di mêjû de çar sazî ji bo parastina Zimanê Kurdî, dilqekî sereke dane leyiztandin û ji Sedsala Yazdeh-Duwazdehan ve karê parastin û bipêşvexistina Zimanê Kurdî heta nîvê Sedsala Bîstan kirine.
Bêguman jixwe diyar e ku di nava Kurdan de ew çar saziyên kurdewarî ku bi awayekî pir xurt Zimanê Kurdî û Toreya Kurdî parastine, ev in:
1- Medreseya Kurdî.
2- Dibistana Zindî (dengbêj û çîrokbêj).
3- Rêçika Şêxantiyê.
4- Sazûmana Axatiyê.
Hin ji van li gor hinekan eger paşverû û kevneperest bin jî, lê rastiya naverokê ev e ku bi taybetî Medreseya Kurdî di radeya yekemîn de roleke mezin ji bo parastina Zimanê Kurdî û parastina Toreya Kurdî daye nîşandan û her tim ew zindî hiştine.
Bê guman çewa ku ziman ji her neteweyekî re serweteke mezin e, jê re şanaziyeke pîroz û giranbiha ye ku ne jê re nirx tê hesabkirin, ne jê re kêşan heye û ne jî pîvaneke berbiçav çêdibe û mirov ji mirina neteweyî rizgar dike, ev hawe ji bo Kurdan jî her wisan bûye û dê wisan jî bibe. Îcar yên xelkê, dewletên wan ew ji mirinê rizgar kirine û zimanê wan parastine. Lê yê Kurdan jî, Medreseya Kurdî zimanê wan parastiye û wan ji mirinê rizgar kiriye.
Medreseya Kurdî her weha devera bicihanîna tore û rêveçûna kurdayetiyê jî bûye. Di wan de wergirtin û edetên kurdewariyê dihatin bikaranîn û şexsiyeta nijadî her tim hatiye parastin.
Bê guman, çewa her welatekî an her neteweyekî li gor tore, edet û rewşa xwe ya civakî di demên bihurî de xwendiye û ku niha jî her wisa dixwîne, bi zimanê xwe dinivîse û dipeyive, berê di nava Kurdan de jî perwerde bi zimanê kurdî û li gor rewşa civaka Kurd hatiye kirin.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 79′an de hatiye weşandin. 2018.06.01