Bûyerpress
Melevan Resûl
Her qeyraneke ku rû bide, bi diyalog û helwesta vînxwaziya çareserîyê bi encam dibe, lê heta çi radeyê vîna me dê ji bo peydakirina alavên guhdarkirinê û lihevhesandinê, ji bo peydakirina prensîpên binemal di avakirina alternatîfên çareseriyê di ramaneke hemfikir de û çûna ber bi çareseriyê ve, bibe bersiv?
Hevdîtina rêzdar Aldar Xelîl bi rêzdar Hemîdê Derbendî re çirûskeke hêvî ji bêhêvîtiyê re vejand. Lê heta wekî niha, wê hevdîtinê tu bersiv negirtiye û tu agahî bi şêweyekî fermî derneçûye, ev bi xwe jî sinyaleke tirsnak di cadeya kurdî de peyda dike, nexasim ku her timî hevdîtinên me bi bêencamdayînê, sergihayî mane.
Lê em dikarin vê mijarê ji du hêlan ve bigirin dest:
1- Dagirkirina Kerkûk û Efrînê di kêşeya têkoşîna neteweyê kurd de bû ezmûneke girîng û pêwîstiya xwendineke siyasî ya saxlem ji rewşa pêşveçûnên nevdewletî û girêdana wê bi tevgera kurdistanî ve destnîşan dike.
2- Dirofên projeya Hevpeymana Navdewletî di nîgarkirina projeya Rojhilata Navîn de ku Kurdistan dê bibe navenda şerekî cîhanî û qada welatê me dê bibe meydana navendî di projeya nû de. Her wiha pêwîstiya hêzên cîhanî bi rola kurdan heye, ji ber ku di têkbirina çeteyên DAIŞê de kurd hem bûn hêza baweriyê hem Kurdistan dê bibe şahida şerekî giran li dij Îranê di demên pêş de.
Berjewendiyên hêzên Hevpeymanê bi hebûna hêzeke çalak a kurdî heye, nemaze dema dosyaya qeyrana rojhilata Çemê Feratê bi serperiştiya hêzên fransî xwe bide pêş û gotinên li ser zarê Koşka Sipî û axaftinên Trump ji bo vekişîna çekdarên amerîkî tên bihîstin. Heta radeyekê nûçeya radestkirina rêveberiyê ji bo hêza fransî ya xwedan ezmûneke dîrokî di dagirkirina tevahiya heremê de, belav dibe.
Ango em dikarin bibêjin ku ji her wextî bêhtir, pêwîstiya kurdan bi diyalog û lihevhatinê heye, nemaze lihevkirin û helwesta dewletên dagirkerên Kurdistanê li dij doza neteweyê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê diyar bû, her wiha rastiya êrîşên hovane li dij hemû destkeftiyên miletê kurd bi dagirkirina Kerkûk û Efrînê eşkere bû. Tirsa di ser tirsê re ew e ku tevahiya heremên Kurdistanê veguherin navendên şer û pevçûnên dijwartir.
Bi qasî tê xwendin û dîtin, hîna ev mijar di mejiyê tevgera kurdî de nepijaye û hevdîtinên Xelîl û Derbendî xwe negihandine wê asta berpirsane, ji ber ku rêzdar Derbendî dosyaya Rojava û biryara Encûmena Kurdî ji mafê xwe dibîne û li şûna wê diaxive.
Her çendî guhdarkirina li hev gaveke erênî ye û rêya diyalogê sanahî dike, lê dema em berê xwe bidin xalên hevdîtinê û mercên ku hatin rêzkirin, wê demê tu hêvî di rakirina nakokiyên navxweyî de namîne, nemaze dema ku rêzdar xwe wekî berdevkê ENKSê dibîne û çar xalan wekî prensîp destnîşan dike, ew jî: vekirina navendên partiyên Encûmenê, serbestberdana girtiyên siyasî, çavgirtina çavan ji hemû çalakiyên Encûmenê û rakirina bendan li hember serkirdeyên partiyên Encûmenê.
Baweriya min pê nîne ku Rêveberiya Xweser û TEV-DEM van mercan bipejirînin, nemaze dema wekî pêstûriyekî ji bal partiya PDKê ve werin sepandin.
Ji hêleke din ve ev yek tê wateya revandina vîna biryara partiyên Encûmenê û baweriya min pê nîne ku Encûmen pabendî tu biryarên lihevkirinê bibe. Lê heger çareseriya pirsa kurdî di Rojava de bi helwesta Hewlêrê ve girêdayî be, dîsa ev yek dibe sedemek ji arîşeyên hindurîn re û dibe fişareke nerewa li dij têkoşîna miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê.
Bila em ji bîr nekin ku tu carî dewletên dagirkerên Kurdistanê destûrê nadin ku aliyên siyasî di Rojava de bibin yek, di serî de dewleta Tirk û her wiha hemû dagirkerên Kurdistanê.
Ji bo avakirina yekrêziya tevgera kurdî di Rojava de, pêwîstî bi biryareke kurdistanî û bi destekdayîna hêzên Hevpeymanê heye, Hevpeymana ku dikare li dij hemû gef û metirsiyên dagirkerinê garantiyê bide miletê kurd.
Mixabin, baweriya min pê nîne ku Başûrê Kurdistanê bibe navenda lihevhatina tevgera kurdî ya Rojavayê Kurdistanê; dewleta Tirk qet napejirîne ku Rêveberiya Xweser û TEV-DEM di nava diyalogê de bin.
Her çi qas Başûrê Kurdistanê bixwaze nêzîkbûnekê di navbera her du aliyên kurdî pêk bîne jî, lê dewleta Tirk a dagirker dê Partiya Demoqrat tengav bike û insiyatîfa desthilatdariya Başûrê Kurdistanê tev werde, di encamê de rêzdar Derdendî dê gavan bi paş de vekişîne û dubare em ê têkevin nav sergêjî û teşqeleyên bêdawî.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 79′an de hatiye weşandin. 2018.06.01