Bûyerpress
Dildarê Mîdî
Hatiye gotin ku yekî kalemêr sê kurên wî hebûn. Piştî ku yê kalemêr çû ber dilovaniya Xwedê, her sê kurên wî li hev civiyan û malê xwe li hevûdin par kirin, da ku ji hev cihê bibin.
Piştî ku malê xwe hemî kirin sê par, gayekî wan ê cot bi tenê ma, jixwe ew jî nayê parvekirin, îcar ew ga ji wan re bû pirsgirêk .
Birayê mezin got :
– Bi rastî gerek e ev ga ji min re be, ji ber ku ez birayê we yê mezin im û li şûna bavê we me .
Birayê navê jî got :
– Weleh divê ga ji min re be, ji ber ku min gelek rêncberî û ked di ber vê malê de kiriye û ga gayê min e .
Birayê biçûk çavên wî zerwilîn û got :
– Çima hûn bi ya Xwedê nakin û ga nadin min? Ma ne remetiyê bavê min dema li jiyanê bû, ji we re gotibû li birayê xwe yê biçûk miqate bin .
Her sê bira li wî gayî asê man û tu kesekî ga bi dest ê din ve berneda, pirsgirêk wekî xwe ma.
Her sêyan da xwe û çûn bal melayê gund, da ku heqiya wan vebire .
Piştî çîroka xwe bi temamî ji melê re gotin, melê ji wan re got :
– Weleh li gor ku ez dibînim, kî ji we her sêyan tiral be û bi kêrî tu karekî neyê, gerek e ga ji wî re be .
Birayê mezin got :
– Welahî ez tiral im û tu kar ji min nayê.
Melê got :
– Çawa tu tiral î û tu kar ji te nayê?
– Ezbenî bi Xwedê eger ez li bin siya dara sêvan jî rûniştî bim û ku sêvek ji xwe re nekeve erdê, ji min nayê ez rabim destê xwe bavêjim sêvekê ji darê bikim.
Melê ji birayê navê jî pirsî ka ya wî çi ye. Birayê navê got:
– Bawer bike ku ez bi rojiya remezanê bim û li çolxirabekê roj li min here ava, beroşek ava cemidî li vî alî min be û beroşek dewê hênik li aliyê din be, ji min nayê ez piyalek av an dew ji beroşê vexwim.
Mele li birayê biçûk nihêrî û jê pirsî:
– Ya te çi ye babo?
Lawik deng nekir .
Car dî melê got:
– Gazina xwe bibejê lawê min!
Dîsa lawik bêdeng ma û bersiva melê neda .Mele qeherî û bi hêrs gotê:
– Çima tu bersiva min nadî kuroo!?
Rabû lawik hêdîka li melê vegerand û got :
– Ezbenî, ji min nayê biaxivim…
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 79′an de hatiye weşandin. 2018.06.01