Bûyerpress
Hat ragihandin ku wekî gava pêşîn, duh duşemê 250 şervanên Hêzên Parastina Sînorî li bajarê Hisiçayê perwerdeya xwe bi dawî kir û êdî her 250 şervan ji bo belavbûna li ser sînor amade ne.
Ji berî aniha Amerîkayê biryar dabû ku 30 hezar leşker dê ji bo parastina sînorê di navbera Iraq û bakurê Sûriyeyê de werin amadekirin.