Bûyerpres
Sîpan xelîl
Genim car dî seridî
Baran ji erdê xeyidî
Dîsa çav man li derya
L’ gav û çaxên cemidî
Ji van demên xav û miz
Hat û ma ziwa nergiz
Şev sêwî û bê xwedî
Ser rojan pir dibin diz
Bertîlxurên dest qirêj
B’ reş dîrok in ew ji mêj
Ji vir diçin ji wir tên
Bûn zana û bûn bi wêj
Mîna gur wekî hirça
Zêr û zîv dixin xurça
Bin guneha mane xûz
Nezan didin ser rêça
Bi poşa diçin pera
Diçînin hezar maça
Xwe difroşin bi erzan
Xwînê vedixwin ser xaça
Belengaz û w birçî
Ji gola gund mane tî
Li şara pey simsara
Hejar mane bê xwedî
Lê…
Kefen tê bê bêrîke
Bê ronî û bê sîk e
Bes şoperê dimîne
Çeqel yan şêr û dîk e
Mirovê jkefta xweda
Edaleta di xewda
Kengî şiyar be dîsa
Xweş bê aram û sewda
Bê bertîl û bê ilet
Şaş e rê bibin milet?
Bên cî hêvî û omîd
Jîn bê çak û rist dewlet
Li xwe digrî timî bûk
Birçî razane pepûk
Qertel bûne xweş mêvan
Ji warêt min fryane çûk
Bê oxir çûn geş kevok
Çi Li taryê bikit rok
Qaj qajê kund û qiral
Çem û kanî kirin cok
Şiyar e cerg û zirav
Venamre ti car alav
Xebat û şoreş li rê
L’ pey azad û li dû mav
Wê bêt rojekê Newroz
Li tehta rabe bahoz
Ta bêt buharên rengîn
Wisa gihiştî me soz
Ji êşa dû hezar sal
Ji Zerdeştê bav u kal
Hirmiz tê bi hêz û zan
Tê xwar Ehrîmanê tal
Wê bgere zimanê lal
Ser ava pak û zelal
Windayî namîne mav
Ger l’ pey bin merd û şepal