Bûyerpress
Duh înê li bajarê Minbicê, di navbera şandeyeke Hevpeymana Navdewletî ya Şerê li Dij DAIŞê û Fermandarên Meclisa Minbicê ya Leşkerî de civînek li dar ket, di wê civînê de fermandarên Hevpeymanê tekezî li ser mana di hundirê Minbicê de kirin.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Minbicê ya Leşkerî got ku şandeya Hevpeymanê ji Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîkî û Berpirsê Hêzên Taybet ên Hevpeymanê pêk dihat.
Navenda Ragihandinê ya Meclisê her wiha da zanîn ku Berpirsê Hêzên Taybet ên Hevpeymanê Cîmî Cîrard di hundirê civînê de tekezî li domandina hevrêzî û alîkariyê di navbera Hevpeyman û Meclisê de kiriye.