Bûyerpress
Firokeyên Hevpeymana Navdewletî û bi hevrêziya li gel Hêzên Sûriyeya Demoqratîk, li dorhêla Gola Xatûniyê û gundewarê Til Hemîsê, 35 endamên rêxistina DAIŞê desteser kirin, di nava wan de fermandarek heye.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku firokeyên Hevpeymanê bi daketaneke asîmanî û hêzên HSDê jî ji bejahiyê ve da ser 4 gundên Til Hemîsê û gundekî Gola Xatûniyê, di encamê de 35 endamên DAIŞê yên Sûrî û Iraqî ku di nava wan de fermandarek heye, desteser kirin.