Bûyerpress
Deham Ebdulfetah
Zimanê Kurdî yek ji zimanên malbata Îranî ye. Ew malbata ku ji zimanên Kurdî , Farisî , Bilocî , Baştoyî , Osetî û hin zimanên dîtir jî pêk tê. Girêdana vê malbata zimanan bi koma zimanên Hindo-Ewropî û yên Hindo-Îranî re jî heye. Bi egera vê girêdanê jî gelek bêje û derbirînên cûrecûr di nav wan zimanan de hevbeş in. Ferhengên wan zimanan jî wê girêdan û pêwendiyê berçav dikin, mirovantiya wan gelên ku bi wan zimanan diaxivin tekez dikin. Anku ew ziman tev, weku zimanine serbixwe li koka xwe ya “Arî” vedigerin û li wê kokê digihêjin hev.
Hin dîroknas û lêkolerên zimanên dêrîn (kevin) dibêjin, ev dabeşbûn û şaxvedana van zimanan, bi vê piranî û belavbûnê ji encama wan koçberîyên êl û hozên gelên Arî ye.
Di serdemên kevin de gelên Arî ji cihwarê xwe (nêzî deryaya Xezerê) bi çend pêlan koçber bûne[1].
– Kocberên pêla yekem ber bi rojava ve koçber bûne û li parzemîna Ewropayê belav bûne. Li wan herêm û navçeyan niştecî bûne .
– Pêla duwem jî, berû başûr (Kendava Farisî-Erebî ) û ber bi rojavayê (Qefqasiya) ve çûne û heta bakûrê deryaya Xezerê belav bûne .
Ew êl û hoz bi navê gelên Îranî hatine nasîn û zimanên wan jî bi navê: malbata zimanên “Îranî”dihatin naskirin
– Pêla sêyem jî berû rojhilat û başûr ve çûne. Ew koçber bi navê gelên “Hindo-Îranî” hatin nasîn, zimanên wan jî bi navê komzimanên “Sansekrîtî” dihatin naskirin .
Hinek dîrokzan û karnasên zimanên kevin dibêjin, navlêkirina “Hindo-Ewropî” ji vê têgeha ku pê hatiye nasîn firehtir e. Anku, hemû zimanên ku ji koka Arî hatine der, ji Hindistanê ta Amerîka hemû dikevin bin sîwana navê “Hindo-Ewropî”, wek koma zimanên Sansekrîtî, Îranî, latînî, Girmanî, Silavî, Girêkî (Yûnanî) û hinên dîtir…[2]
Li vê gorê em dibêjin, zimanê Kurdî yek ji komzimanên Hindo-Ewropî, malbata zimanên Îranî ye. Lê ev ziman bi taybetmendiyên xwe yên resen zimanekî serbixwe ye. Rast e hin têkiliyên zimanê Kurdî (ji hêla hin bêje û derbirrînên hevbeş ve) bi hinek zimanên dîtir ve (çi kevin, çi nû) hene, lê ev jî nayê wê wateyê ku zimanê Kurdî şêwezarekî zimanekî dîtir e .
Ew têkilî di hin zimanên dêrîn, wek Somerî, Avistayî û Pehlewî de diyar dibe .
Zimanê Somerî
Di zimanê Somerî de hinek gotin û derbirîn bi heman deng û wate di zimanê Kurdî de jî bi kar tên. Vê diyardeya zimanî bala hin rewşenbîrên Kurd rakişand wê bawerîyê ku girêdaneke dîrokî di navbera zimanê Kurdî û yê Somerî de heye. Ev jî tê wê wateyê ku têkilîyeke regezî wan her du gelan bi hev ve girêdide, anku Somerî pêşiyên Kurdan in. Bo tekezkirina vê baweriyê wan rewşenbîran dest bi lêgerîn û lêkolînan kir, niyazên dilên xwe di belavok û rojnameyan de eşkere kirin.
Di salên heştêyan de hinek nivîserên Kurdên başûr ew bawerîyên xwe der barê têkilîyên Kurd û Somerîyan de li ser rûpelên rojnameyên Erebî û Kurdî weşandin. Hin nivîserên Ereb ew nêrîna nivîserên Kurd pesend nekir û bi tûndî raberî wan rawstiyan. Gengeşeyeke nivîskî di nav her du alîyan de germ bû. Her alîyekî li Somerîyan dinêrîn wekî ku pêşîyên wan bin .
Di sala “2000”ê de serokê Îraqê ferman da dîrokzanên welatê xwe ku di konfiransekî zanistî de rastîya koka Somerîyan diyar bikin.
Di encamê de hemû beşdar gihiştin wê biryarê ku tu girêdan û têkilî di navbera Somerî û Ereban de nîne.
———————————————————
[1] – مسعود محمد لسان الكرد بغداد 1987
Mes’ûd Mihemed : Zimanê Kurdî. Bexda 1987
[2] – Dr. Ihsanyar Şatir : “Berçavkirina kurtedîroka ziman û şêwezarên Îranî û gorankariya wan.Tehran “
-(إحسانيار شاطر : //عرض موجز لتاريخ اللغات واللهجات الإيرانية وتطورها// . مجلة الدراسات الأدبية- السنة الثالثة – العدد الثاني (1960)
ص165-166 – ترجمة وعرض : أحمد لوسياني – بيروت
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 78′an de hatiye weşandin. 2018.05.15