Bûyerpress
Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di encama çend çalakiyên leşkerî yên şervanên HPGê de, li Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê 23 leşkerên Tirkiyê û serbazek hatine kuştin.
Bi rêya daxuyaniyeke nivîskî, HPGê encama çalakiyên xwe eşkere kir û ragihand ku li devera Berzanê ya Herêma Kurdistanê 10 leşker û li deverên Şirnex û Colemêrgê 13 leşker û serbazek hatine kuştin.