Bûyerpress
Hat ragihandin ku Hêzên Sûriyeya Demoqratîk û artêşa Iraqî li ser sînorê Sûriye û Iraqê hevdîtinek pêk anî, da ku hevrêziyek di navbera wan de durist bibe û deverên rojhilata Feratê ji DAIŞê werin paqijkirin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di nûçeyeke xwe de ragihand ku hêzên HSDê û artêşa Iraqê dê operasyoneke leşkerî ya hevbeş bidin destpêkirin, da ku bajarokê Hecînê û gundên derdorê ji DAIŞê paqij bikin.