Bûyerpress
Li rojhilata Çemê Feratê, Hêzên Sûriyeya Demoqratîk bi pêş ve diçin û ji gundê Ebû Hesenê û bajarokê Hecînê ku li jêr kontrola DAIŞê ne, nêzîk dibin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku duh şemiyê hêzên HSDê êrîşî gundê Ebû Hesenê yê rojhilata bajarokê Hecînê kiriye, da ku karibin bajarokê Hecînê dorpêç bikin û bi dest xwe ve bînin.