Bûyerpress
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku di encama çalakiyeke wan a leşkerî de, fermandarekî komikên çekdar ê bi navê Cemal Zexlûl, li Efrînê hat kuştin.
Bi rêya daxuyaniyeke nivîskî duh înê, YPGê da zanîn ku fermandarê bi navê Cemal Zexlûl li Xûtaya Şamê birêvebirê polîsan bû û di dema dawî de ji hêla MÎTa Tirkiyê ve hatibû erkdarkirin ku malbatên çekdaran li Efrîn bi cih bike.
Di daxuyaniya xwe de YPGê got ku piştî teqandina otombîla Zexlûl li ser rêya di navbera gundên Basûtê û Gurzîleyê de, komikeke çekdarên Feyleq El-Şam hat cihê otombîlê û di encama armancgirtina wan de, 3 çekdar hatin kuştin.