Bûyerpress
Komikên çekdar ên li gundewarê bakurê Humsê û gundewarê başûrê Hemayê, li gel hêzên rêjîma Sûrî gihane rêkeftinekê û biryar pê heye ku ew komik ji wan deveran vekişin û biçin Idlib û Cerablusê.
Di rêkeftina rêjîmê û komikên çekdar de biryar hatiye sitandin ku çekdarên naxwazin ku rêjîm têkeve deverê, dê biçin Idlib û Cerablusê; çekdarên ku dixwazin rêjîm derbasî deverê bibe, dê hemî çekên giran radestî rêjîmê bikin û cihên mayîn û teqemeniyan jî aşkere bikin.