Bûyerpress
Komika çekdar a bi navê El-Hemzat, ji berî hefteyekê welatiyekî gundê Celemê û kurê wî revandibûn û duh yekşemê termên her duyan radestî malbata wan kirin.
Welatiyê bi navê Ebdulqadir û kurê wî Xalid, ji ber şer reviyabûn gundê Beradê yê navçeya Şêrawa, lê li wê derê çekdarên komika El-Hemzat ew her du revandin û piştî hefeteyeke ew kuştî ji malbatê re vegerandin.