Bûyerpress
Piştî ku hêzên rêjîma Sûrî derbasî çar gundên rojhilata Çemê Feratê yên li jêr kontrola HSDê bûn, şerekî giran di navbera şervanên HSDê û çekdarên rêjîmê de rû da, di encamê de her çar gund ji hêla HSDê ve hatin rizgarkirin.
Bi rêya daxuyniyeke nivîskê duh yekşemê, HSDê ragihand ku hêzên rêjîmê çar gundên rohilata Feratê dagir kirin û da zanîn ku hêzên HSDê bi dest xwe re êrîşî wan kir û her çar gund ji nû ve kontrol kirin.
Di heman çarçoveyê de Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di encama şerê HSD û rêjîmê de, herî kêm 9 çekdarên rêjîma Sûrî hatine kuştin.