Bûyerpress
Hat ragihandin ku Hêzên Sûriyeya Demoqratîk hêzeke zêdetir ji Kolgeha Umer a Petrolê şand devera Hecînê ya li perava rojhilata Çemê Feratê ku aniha li wê derê di navbera HSDê û rêxistina DAIŞê de şer li dar e.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li dorhêla bajarokê Hecînê yê gundewarê Dêra Zorê şerekî giran di navbera HSD û DAIŞê de rû da, Rewangehê her wiha da zanîn ku HSDê hêza xwe li deverê xurttir kiriye.