Bûyerpress
Ji dema ku Hêzên Sûriyeya Demoqratîk bi hevkariya Hevpeymana Navdewletî şerê li dij DAIŞê daye destpêkirin, tevahiya deverên Cizîrê hatiye rizgarkirin û tenê çolistana El-Rewda û deverên Dişîşê û Ebû Hamda yên li ser sînorê Iraqê, li jêr kontrola DAIŞê mane.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku Hevpeymana Navdewletî li gel HSDê hevrêziyê dike, da ku deverên kontrola DAIŞê yên li Herêma Cizîrê di çend rojên bê de werin rizgarkirin.