Bûyerpress
Bi behaneya şerê li dij PKKê, firokeyên dagirkeriya Tirkiyê gundên devera Şêladizê ya Herêma Kurdistanê bi giranî topbaran kirin û hêj encama topbaranê nehatiye zanîn.
Li gorî ku hat ragihandin her du gundên Nîrwa û Rêkanê yên girêdayî Şêladiza Dihokê, duh sêşemê ji hêla firokeyên dagirkeriya Tirkiyê ve bi giranî hatin topbarankirin.