Bûyerpress
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Amerîka hetanî aniha 7 trîlyon dolar li Rojhilata Navîn xerc kiriye û doz ji welatên Rojhilata Navîn kir ku pereyan bidin, da ku karibin DAIŞê tune bikin.
Di civîneke çapemenî de li gel Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Trump ragihand ku eger Amerîka hêzên xwe ji Sûrî vekişîne jî, dê nehêle ku Îran bigihe Deryaya Sipî.