Bûyerpress
Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di encama du çalakiyên leşkerî yên şervanên HPGê de, 11 leşkerên Tirkiyê li devera Berzanê ya Herêma Kurdistanê hatin kuştin.
Bi rêya daxuyaniyeke nivîskî, HPGê da zanîn ku di hundirê hefteya çûyî de du çalakiyên leşkerî li devera Berzanê hatin encamdan, di çalakiyekê de 7 û di çalakiya din jî 4 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.