Bûyerpress
Piştî rêkeftinekê di navbera komikên çekdar û Rûsyayê de, êdî polîsên Rûsyayê derbasî rojhilata Qelemûnê bûn û biryar pê heye ku di çend demjimêrên bê de, komikên çekdar ji Qelemûnê derkevin û biçin bakurê Sûriyeyê.
Hat ragihandin ku Polîsên Disiplîna Leşkerî yên Rûsî derbasî nava bajarê Riheybê yê devera Qelemûnê bûn, da ku çekdarên rikberiyê ji wê deverê derkevin û biçin deverên kontrola hêzên rikberiyê li bakurê Sûriyeyê.