Bûyerpress
Partiya Yekîtiya Demoqrata Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî) û Partiya Demoqrata Pêşverûya Kurd li Sûriyeyê, bi rêya daxuyaniyeke hevbeş derbeya leşkerî ya Amerîka, Brîtanya û Fransayê li ser Sûriyeyê şermezar kir û ew derbe bi derbeyeke dijminane bi nav kir.
Ji aliyê xwe ve TEV-DEM, HEVBENDÎ û ENKSê hêj tu hewlestek li hember derbeya sêalî ya li ser Şam û Humsê nîşan nedaye.