Bûyerpress
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ji dema ku artêşa Tirkiyê û komikên çekdar Efrîn dagir kiriye û hetanî aniha, zêdetir ji 80 welatiyên Efrînê hatine revandin û çarenûsa bi dehan ji wan ne diyar e.
Rewangehê da zanîn ku herî zêde ew kes tên revandin ên ku tevlî Erka Xweparastinê bûbûn û piştî ku ji hêla komikên çekdar ve tên revandin, doza bi milyonan pere ji xizmên wan tê kirin ku hetanî ku wan serbest berdidin.