Bûyerpress
Duh înê li ser sînorê di navbera Serê Kaniyê û Bakurê Kurdistanê de, dema ku 3 ciwanan dixwest ku bi qaçaxî derbasî milê Bakurê Kurdistanê bibin, ji hêla cendirmeyên Tirkiyê ve rastî lêdan û işkenceyeke tund hatin, di encamê de du ciwan hatin kuştin û yek jî bi giranî birîndar bû.
Li gorî Nexweşxaneya Roj a Serê Kaniyê, ew her sê ciwan li xala sînorî ya li hember gundê Ebû El-Son hatin girtin û di encama lêdanê de du ciwan hatin kuştin û yek jî aniha li nexweşaneyê tê dermankirin.