Bûyerpress
Sibeha îro şemiyê Amerîka, Brîtanya û Fransayê derbeyeke leşkerî li dij kargehên çêkirina çekên kîmawî li Şama paytext û Humsê pêk anî, tê de zêdetir ji 100 rokêtî hat bikaranîn.
Pentagona Amerîkî ragihand ku di vê derbeyê de hem balafirên şer, hem jî gemiyên leşkerî ji Deryaya Sor hatin bikaranîn û di encama derdeyê de 3 kargehên çekên kîmawî li gel navendeke lêkolînên zanistî hatin rûxandin.