Bûyerpress
Hat ragihandin ku li gundê Şêxûtka yê girêdayê navçeya Mabatayê, çekdarên rikberiya Sûrî 3 jinên kurd revandin û birin cihekî nediyar.
Li gorî jêderên ji nava Efrînê, piştî ku xelkê gund gef li çekdaran xwar û doza serbestberdana wan jinan kir, çekdaran her sê jin serbest berdan.
Di heman demê de hat ragihandin ku çekdarên rikberiyê nahêlin ku xelkê gundê Kîmarê vegerin ser mal û mulkên xwe.