Bûyerpress
Wezareta Berevaniya Rûsî ragihand ku ew li gel fermandarên Ceyş El-Islam ên li Dûmayê gihane rêkeftinekê û biryar hatiye sitandin ku çekdarên Ceyş El-Islam çekan biavêjin û ji bajêr derkevin.
Her wiha Navenda Himêmîm ragihand ku şeva çûyî 100 otobûs derbasî hundirê Dûmayê bûne, da ku 8 hezar çekdar li gel 40 hezar kes ji malbatên xwe ji Dûmayê derkevin û biçin deverên kontrola rikberiyê li bakurê Sûriyeyê.