Bûyerpress
Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ragihand ku dê di bihar û havîna îsal de li tevahiya Rojhilata Navîn, gerîlayên PKKê berxwedaneke mezin li dij desthilata Tirkiyê pêk bîne.
Di axaftineke xwe de ji dezgehên ragihandinê re, Bayik da zanîn ku ew ê berxwedana xwe li hember AKP û MHPê bihêztir bikin û got ku gerîlayên PKKê dê li sernaserî deverên Rojhilata Navîn dest bi çalakiyan bikin.